Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinan re' di hefteya 126'emîn de ye

Kampanya 'Sêşema na ji darvekirinan re' ya li dijî darvekirinên li Îranê hate destpêkirin, di hefteya 126'an de dewam dike.

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ di hefteya xwe ya 126’an de, bi tevlîbûna Girtîgeha Kermanê re, niha li 57 girtîgehên cuda yên li seranserê Îranê didome. Kampanyayê ragihand ku di nava mehekê de 134 girtî hatine darvekirin ku di nav wan de du jin jî hene.

Di daxuyaniya kampanyayê de hate destnîşankirin ku Asiye Ferahmend (28) û Zeyneb Zerînî (32) di 7’ê Hezîranê de li Girtîgeha Qezwînê hatine darvekirin. Her wiha hate diyarkirin ku li Îranê cezayê darvekirinê ne amûreke edaletê ye, bêtir mekanîzmayeke ji bo belavkirina tirsê û bêdengkirina mûxalîfan e.

Daxuyanî wiha ye:

“Di demekê de ku divê rûmeta mirovan kevirê bingehîn ê qanûn, edalet û rêveberiyê be, makîneya darvekirin û mirinê ya rejîma cezayê darvekirinê ya Îranê bênavber dixebite. Li gorî aghiyên hatine girtin, du jin, Asiye Ferahmend (28) û Zeyneb Zerînî (32), di 7’ê Hezîranê de li girtîgeha Qezwînê hatine darvekirin. Ji ber rayedar bi awayekî şefaf agahiyan nadin, nûçeyên van darvekirinan tenê vê dawiyê de digihên ber destê me.

Her wiha, di 16’ê Hezîranê de li Şehrudê, du girtiyên siyasî, Ebûlfezl Saedî û Cewad Zemanî, ji ber beşdarî xwepêşandanên meha Çile ya 2026’an bûbûn hatibûn girtin, hatin darvekirin. Bi vî awayî, hejmara giştî ya girtiyên ku di navbera 21’Gulanê û 22’ê Hezîranê de hatine darvekirin gihişt 134 kesan.

Li Îranê, cezayê darvekirinê ne amûrek ku ji bo pêkanîna edaletê tê bikar anîn; ew mekanîzmayek  ku ji bo belavkirina tirsê, bêdengkirina dengên muxalîf û xurtkirina pergala desthilatdariya serdest tê bikar anîn.

Li aliyê din, piştî şerê bi mehan ên leşkerî û bedelên giran ên ku gelê Îranê daye, hefteya borî di navbera rejîma Wîlayet-El-Feqîh a Îranê û DYE de rêkeftinek pêşîn hat kirin. Lê belê, nirxandinek li ser gotarên weşandî eşkere nake ku binpêkirinên mafên mirovan, tepeserkirin û darvekirinên tirsnak li Îranê tu behs an jî balkişandinek li ser wan nehatiye kirin. Ev yek nîşan dide ku hêzên mezin ne alîgirê guhertinê ne; gel divê ji bo guhertinê xwe bispêre hêza xwe û ne girêdayî tu hêz an dewletek derveyî be.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, li gel Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî Mai Sato û çend pisporên NY, daxuyaniyên cuda weşandin û li dijî paşguhkirina binpêkirinên mafên mirovan li Îranê û berdewamiya bêcezatiya kesên berpirsiyarê van binpêkirinan li ser asta navneteweyî hişyarî dan.

Em bang li kesên xwedî wijdan, rêxistinên navneteweyî, parêzvanên mafên mirovan û dijberên cezayê darvekirinê dikin:

Em, girtiyên kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ dibin, ev 126 hefte ne, her Sêşemê, bê navber bi grevên birçîbûnê û awayên din ên nerazîbûnê li girtîgehên cuda yên Îranê li dijî darvekirinên bi şêwaza serdema navîn derdikevin dikin. Em carek din radigihînin ku mafên mirovan ên gelê Îranê, bi taybet yên girtiyan, nayên guftûgokirin. Bi heman dengî wek gelê Îranê, em ê heta nefesa xwe ya dawî û heta hêza xwe ya dawî, parastina azadî, wekhevî û rakirina cezayê darvekirinê bidomînin. Her wiha em bang li gelê hişyar û birûmet ê Îranê, gelên xwedî wijdan ên cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan dikin: li hember pêla darvekirinê ya zêde dibe li Îranê bêxem nemînin û gavên berpirsiyar û bibandor bavêjin da ku ev sûcê rêxistinkirî yê ku ji hêla faşîzma olî ya ku li Îranê serdest e ve tê kirin rawestînin.

Dîrokê nîşan daye ku tu rejîmeke zalim tenê bi tundiyê berdewam nekiriye û tu hikûmetê daxwaza gel a ji bo edalet û mafan heta hetayê bêdeng nekiriye. Tiştê ku maye îdealên azadî, wekhevî, rêzgirtina ji bo mafê jiyanê û rûmeta mirovan e. Gelê Îranê ji bo pêkanîna van nirxan bedelên giran daye û tevî ku berdewam dike jî, ew dev ji van daxwazan bernadin.”

Kampanyaya ‘Sêşema an ji darvekirinan re’ ragihand ku komek girtiyên li Girtîgeha Kermanê ji bo protestokirina cezayê darvekirinê tevlî kampanyayê bûne. Ev girtî, ligel girtî û mehkûmên li girtîgehên din, her Sêşemê dikevin greva birçîbûnê.